Rîyad-SANA
Beşdarên civîna rayedarên pilebilind ên dîplomatîk û berevanîyê yên Hevpeymanîya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku li Erebistana Siûdî hat lidarxistin, bixêrhatina tevlîbûna Sûrîyê wekî endama 90emîn di Hevpeymanîya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de kirin.
Beşdarên civînê, di daxuyanîyeke hevbeş de ku ji alîyê hikûmetên Amerîka û Siûdîyê ve duh duşemê li Rîyadê hat belavkirin, pabendbûna xwe ya hevbeş ji bo têkbirina rêxistina DAIŞê li Sûrîye û Iraqê dûpat kirin.
Her wiha daxuyanîyê bixêrhatina peymana giştî ya di navbera hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)î de kir, di nav de agirbesta herdemî û rêkarên tevlîkirina HSDê di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de.
Beşdaran spasîya Erebistana Siûdî kirin ji bo mêvandarîya vê civînê û rola wê ya berdewam di piştgirîkirina hewldanên herêmî û navneteweyî yên ji bo rûbirûbûna terorê û bihêzkirina aramîyê.