London- SANA
Wezîrê Perwerde û Hîndekarîyê Mihemed Ebdilrehman Tirko û Wezîrê Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, duh Çarşemê, li avahîya Wezareta Derve ya Brîtanyayê ligel endamên revenda Sûrî li Brîtanyayê civîyan. Di civînê de, Rêveberê Geşepêdanê li Wezareta Derve ya Brîtanyayê Peter McDermott û komek ji akademîsyen, pispor û lêkolînerên Sûrî yên li Brîtanyayê dijîn amade bûn.
Pêşnîyar û daxwazên endamên revenda Sûrî li ser girîngîya zêdekirina saleke rahênana pîşeyî ji bo xwendekarên endezyarîyê û amadeyîyên pîşesazîyê û girêdana wan bi bazara kar re bûn, tevî hêsankirina rêkarên wekhevkirina bawernameyan.
Her wiha axaftin li ser pêşxistina navendên rahênana doktorayê, xurtkirina lêkolînên zanistî û beşên navdîsîplînî û berfirehkirina bikaranîna zîrekîya çêkirî û veguhastina dîjîtal di her du sektorên perwerde û hîndekarîyê de bûn.