Washington-SANA
Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûrîyê Tom Barack tekez kir ku Şam êdî amade ye berpirsiyarîya ewlehîyê bigire ser xwe, di nav de kontrolkirina navendên girtina DAIŞê, û amaje pê kir ku rewş li Sûrîyê bi awayekî bingehîn guheriye.
Barack di peyamekê de li ser hesabê xwe yê Xê de got ku derfeta herî mezin ji bo Kurdan li Sûrîyê niha di bin sîya hikûmeta nû ya bi serokatîya Serok Ehmed El-Şeri’ de ye. Barack dîyar kir ku êdî hikûmeteke navendî ku ji alîyê navneteweyî ve tê naskirin heye, û armanca bingehîn a Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê wek hêzeke ji bo şerê li dijî rêxistina DAIŞê bi dawî bûye.
Navborî destnîşan kir ku ev kêlî rêyekê dide Kurdan ber bi tevlîbûna tam di nav dewleta Sûrîyê ya yekgirtî de, ligel misogerkirina mafên hemwelatîbûnê, parastina çandî û beşdarîya sîyasî; ew mafên ku Kurd ji mêj ve jê hatibûn bêparkirin.
Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûrîyê Tom Barack di dawîyê de jî got ku tu berjewendîya Amerîkayê di hebûna leşkerî ya demdirêj de nîne, û ew têkbirina bermayîyên DAIŞê, piştgirîya lihevanînê û bihêzkirina yekîtîya niştimanî wek mebestên xwe yên herî li pêş dibîne, bêyî ku meylên cudaxwazî yan federalîzmê bipejirîne.