Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Encama Xebata Wezareta Ewqafê di sala 2025an de
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Şam > Encama Xebata Wezareta Ewqafê di sala 2025an de

Encama Xebata Wezareta Ewqafê di sala 2025an de

Hat weşandin: 2026/01/15 12:36 AM
Hat nûkirin: 2026/01/15 12:36 AM

Şam-SANA

Wezareta Ewqafê ya Sûrîyê di sala 2025an de li ser gelek destpêşxerî û arasteyên ku beşdarîyê di bihêzkirina rola bangewazî û Quranî de li seranserî welat dikin, xebitî.

Biryarên girîng ji bo werza Hecê

Wezareta Ewqafê tîrûpișka Hecê ya werza 1447 Koçî/2026 Zayînî encam da, di bin çavdêrîyeke hûr de ji bo misogerkirina birêveçûna proseya bi destpakî, piştî girtina hemû rênmayên birêkxistinê yên pêwîst ji bo misogerkirina zelalî û dadperwerîyê di hilbijartina hecîyan de.

Rêkxistina heca 1446an a Koçî, qebûlkirina jidayikbûyên zêde û dirêjkirina dema tomarkirinê bi awayekî teknîkî li xwe girt, ligel hêsankirina tomarkirina Sûrîyên li welatên Kendavê. Her wiha biryar hat girtin ku pereyên kesên ku ji ber mercên neçarî nekarîn herin, werin vegerandin, û şandina tîmeke bijîşkî ya pispor ji bo xizmetkirina hecîyên xwedî pêdivîyên taybet bi hevahengîya ligel Siûdîyê.

Vegerandina milkên weqfê yên talankirî

Di pêngaveke ku armanca wê bidawîanîna li bi dehan salên îstixlalkirinê, Wezareta Ewqafê di vegerandin û birêkxistina milkên weqfê yên ku ji hêla rejîma berê ve hatibûn talankirin, tev gerîya, û hewl dide wan bi rêya mezadên eşkere û zelal bi rê ve bibe ku dahata wan ji bo berjewendîya civaka Sûrîyê be.

Nûjenkirina mizgeftan û vekirina yên nû

Wezareta Ewqafê karên nûjenkirin û amadekirina hejmarek mizgeftên dîrokî li çend parêzgehan encam dan, û hinekên nû vekirin, ji wan:

  • Destpêkirina nûjenkirina Mizgefta Umewî ya Mezin li Helebê.
  • Nûkirina raxisteka Mizgefta Umewî li Şamê.
  • Vekirina Mizgefta Mezin li gundê Me’ert Hurmeyê û mizgefta Elîyê kurê Ebî Talib li Xan Şêxûnê li Idlibê.
  • Nûjenkirin û vekirina mizgefta El-Hîdaye li bajarê Dûmayê li gundewarê Şamê.
  • Nûjenkirina mizgefta El-Rewde li Seraqibê li Idlibê.
  • Vekirina mizgefta Omerê kurê Xetab li Cebab El-Zeytê li Himsê.
  • Nûjenkirin û vekirina mizgefta Îzedîn El-Qesam li bajarê El-Babê li Helebê.
  • Nûjenkirina mizgefta Xalidê kurê Welîd li Himsê.
  • Nûjenkirina mizgefta El-Sultan li parêzgeha Hemayê.

Pêşbirkên Quranê û xelatkirina jiberkeran

Wezareta Ewqafê “Pêşbazîya Quranê ya Mezin” ji bo bihêzkirina çanda Quranê bi beşdarîyeke berfireh ji parêzgehên cihêreng da destpêkirin, hevdem ligel birêkxistina “Pêşbazîya Serkeftinê ya Quranê” di nav kampanya “Remezana Serkeftinê” de, ji bo handana ciwanan li ser jiberkirin û fêmkirinê de.

Wezaretê bi hezaran xwendekarên kur û keç û îmaman li parêzgehên cihêreng xelat kirin, û pîrozbahîya destkeftîya navdewletî li Malîzyayê (Xula 65an) kir; ku tê de “Tesnîm Omer ‘Eryan” pileya yekem, û “Mihemed Ebdullah Mesasatî” pileya duyem li ser asta cîhanê bi dest xistin, ev yek jî amadebûna Sûrîyê di qadên navdewletî de bihêztir dike.

Beşdarî di Sindoqa Geşepêdana Sûrîyê de

Wezareta Ewqafê bexşînên ku di rêya mizgeftan re hatibûn komkirin bi nirxa 121 hezar dolar û 4.8 mîlyar lîreyên Sûrî radestî Sindoqa Geşepêdana Sûrîyê kir ji bo piştgirîkirina projeyên geşepêdanê. Her wiha 80 hezar dolar ji bo nûjenkirina amûrên jihișxistinê (anesthesî) li Nexweşxaneya Muctehid li Şamê pêşkêş kir.

Vekirina navendên perwerdehîyê û şaxên ewqafê

Par, lîseya Îbn Kesîr a zanistên şerî li bajarê Tefesê li parêzgeha Derayê, û lîseya Îrs El-Nebewî li bajarê Helebê, û şaxa ewqafê ya bajarê Hefeyê û lîseya şerî li Laziqîyê û yên din hatin vekirin.

Biryarên dînî

Wezaretê fetwayên zekata fitrê û fidyeya rojîya Remezana 1446an a Koçî derxistin, û mihrîcana “Remezana Serkeftinê” li Hemayê organîze kir, ligel vejandina suneta îtîkafê di mizgeftan de, û encamdana du nimêjên baranê di sala 2025an de.

Semîner û çalakîyên çandî û dînî

Wezaretê projeya “Ewqafên Dîjîtal” ji bo pêşxistina birêvebirina mizgeftan da destpêkirin, û “Kongreya Hedîsê ya Cîhanî” û Destpêşxerîya “Qîyem” li Hemayê organîze kirin. Her wiha pêşbazîyên elektronîk û yên zanîngehê (Newafiz) li dar xistin, û pirtûkxaneya weqfê li Helebê nû kir ligel vekirina yekemîn pêşangeha Sîreta Pêxember li wir.

Hevkarîya Erebî û Navdewletî

Wezaretê hevkarîya xwe ya navdewletî bi rêya hevdîtinên ligel şandeyên ji Brîtanya, Tirkîye û Îndonezyayê bi hêz kir. Her wiha Wezîr li Erebistana Siûdî peymana heca sala 1447an a Koçî îmze kir, û serdana Navenda Lêkolînên Îslamî li Stembolê kir, û şandeyekê jî serdana Komara Brezîlyayê kir.

Serdanên meydanî ji bo mizgeftên Bakur

Wezîrê Ewqafê Mihemed Ebû El-Xeyr Şukrî çavdêrîya hejmarek mizgeftên parêzgehên Bakurê Sûrîyê kir, ji bo şopandina karên nûjenkirinê û piştrastkirina temamkirina hewlên wezaretê di amadekirina wan de.

Tê zanîn ku Wezareta Ewqafê di sala 2025an li gera şêst û duyemîn a Pêşangeha Navdewletî ya Şamê, de bo yekem car, serdaneke xelekê ya balkêş ku rojane zêdetirî 10,000 kesî serî li wan dida, ragihand.

Hêzên Îsraîla Dagîrker Derbasî Ofanya û Xan Ernebeyê li Gundewarê Quneytirayê Dibin
Gerra SANAyê li Bajarê Şamê
Bi Helkefta Cejna Berbaraya Pîroz Dara Noelê li Himsê Tê Ronîkirin
Kefirdelbe li Gundewarê Laziqîyê.. Ji Koçberîyê bo Sembola Berxwedanê
Ewlehîya Hundirîn Dest bi Pûçkirina Mînan li Rojhilatê Helebê kir
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Nûjenkirina mizgeftanpêşbirkên Quranêsala 2025anŞamWezareta Ewqafê ya Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tirkîye Sersaxîyê ji bo Malbatên Qurbanîyên Bûyera Trafîkê ya li ser Rêya Dêrezor û Şamê Dixwaze 

July 26, 2026

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?