Waşington-SANA
Lêkolînerên zanîngehên Pennsylvania û Michigan ên Amerîkayê piçûktirîn robotên xweser ku bi temamî têne bernamekirin bi pêş xistin. Ev robot bi enerjîya ronahîyê kar dikin, di nav şilekan de melevanîyê dikin û xwedî şîyana hîskirina hawîrdora xwe û girtina biryaran bi awayekî serbixwe ne.
Robot qadeke elektrîkê bi kar tînin da ku şileka li derdora xwe bilivînin. Di wan de sensorên germê yên elektronîk û nermalavên (software) hûrdem hene ku rê didin ji bo her robotekî rêyên cihêreng werin bernamekirin.
Ev robot wekî yekemîn modelên xweser ên bi vê mezinahîyê tên hesibandin ku ne hewceyî têlan an kontrolkirina ji derve ne. Dibe ku di paşerojê de di şopandina xaneyên takekesî yan jî di berhevkirina amûrên hûrdem di pîşesazîya pêşketî de alîkar bin.