Şam – SANA
Wezareta Veguhastinê ragihand ku wê 276 karmendên ku ji ber beşdarbûna wan di Şoreşa Sûrî de ji kar hatibûn dûrxistin, vegerandine ser karên wan li Sazîya Giştî ya Rê -hesinên Sûrîyê.
Wezaretê bang li kesên pêwendîdar kir ku serdana Rêveberîya Sazîyê yan şaxên wê li parêzgehan bikin da ku rêkarên peymanê temam bikin û dest bi kar bikin.
Wezaretê di daxuyanîya xwe de ku, îro Yekşemê, bi rêya kanala xwe ya li ser Telegramê weşandibû, dîyar kir ku divê karmendên ku navên wan di lîsteyên pêvekirî yên daxuyanîyê de hatine, belgeyên pêwîst pêşkêş bikin.
Belge jî ev in, wêneyek ji nasnameya kesayetî, lênûsa malbatê yan daxuyanîyeke malbatî, wêneyek ji biryara erkdarkirina berê û biryara jikardûrxistinê, ligel wêneyekî hesabê “Sham Cash”ê û belgeya ne-hikimbûyînê.
Her wiha Wezaretê 15ê Çirîya Paşîn a bê wekî dema dawîn ji bo pêşkêşkirina belgeyên pêwîst destnîşan kir, û bang li hemû kesên pêwendîdar kir ku bi jivana diyarkirî pabend bin û di nava maweya navbihurî de serdana alîyên pêwendîdar bikin da ku li gorî usulan, rêkaran temam bikin.