Şam – SANA
Encumena Xwendina Bilind di rûniştena xwe ya yekem de ji bo sala xwendinê ya 2026 – 2027an, biryara dabirîna 50 ji sedî ji mîrane û qistan li zanîngehên taybet ji bo kesên xwedî pêdivîyên taybet, derxist.
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî di daxuyanîyekê de ku SANAyê kopeyek jê wergirt, îro Yekşemê, dîyar kir ku sûdwergirtina ji dabirînê dê li gorî belgeyeke fermî be ku ji alîyê Wezareta Karûbarên Civakî û Kar hatibe derxistin û astengîyê biçesipîne. Xwendekar wê belgeyê ji rêveberîya zanîngeha pêwendîdar re pêşkêş dike da ku yekser dabirîn were cîbicîkirin.