Waşington – SANA
Lêkolînek ku ji alîyê sazîyên lêkolînê yên Amerîkî ve hatiye pêkanîn, eşkere kir ku xwarina tirî ya rojane çerm ji zirarên tîrêjên rojê û pîrbûnê diparêze, bi rêya bandora li ser çalakîya jênên çerm re.
Lêkolînê nîşan da ku xwarina tirî sê caran di rojê de di qonaxa du hefteyan de, nîşanên stresa oksîdasyonî kêm kirine û asîdên rûnî ên qenc ji bo nermbûna çerm û bihêzbûna tevna wî ya parastinê zêde kirine.
Lêkolîner bêtir îhtîmalê datînin ser wê yekê ku ev bandor ji rûvîyan dest pê dike û di ser tewereya “rûvî-çerm” re derbas dibin, ta ku bandora wan bigihê endamên din ên laş mîna kezeb û mêjî.
Ev encam asoyan li ber stratejîyên xwarinê yên nû vedikin, da ku çerm ji zirarên tîrêjên ultraviolet were parastin û rîskên penceşêra çerm kêm bibin, tevî ku hîn pêwîstî bi lêkolînên zêdetir heye ji bo tekezkirina mekanîzmayên hûr.