Paytextên Cîhanê-SANA
Ligel bilindbûna pileyên germê di Havînê de, gelek kes pencereyên malan digirin da ku rê li ber ketina hewaya germ bigirin û hênikahîya şûnên girtî biparêzin, lê belê pispor piştrast dikin ku ev rêbaz di hemû rewşan de ne guncaw e, û biryar xwe dispêre pileya germ, şilî û kalîteya hewayê ya li hundir û derveyî malê.
Malpera Almanî “Deutsche Welle (DW)” duh Sêşemê dîyar kir ku girtina pencereyan di demên rojê yên germ de dibe ku bibe alîkar ji bo kêmkirina derbasbûna germê, nexasim dema ku perde yan derpoş ji bo astengkirina tîrêjên rojê bi kar bînin, lê belê li hember vê yekê, dibe ku bibe sedema kêmkirina tevgera hewaya paqij û bilindbûna asta karbon dîoksîd û şilîyê li hundirê malê, bi taybetî li cem wan kesên ku demeke dirêj di şûnên girtî de derbas dikin.