Şam-SANA
Serokê Desteya Niştimanî ya Windayan Mihemed Rida Celxî, ligel şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê bi serokatîya Alîkarê Wezîrê Derve yê Karûbarên Demokrasî, Mafên Mirovan û Kar (DRL) Riley M. Barnes û bi beşdarîya cîgirê wî Jacob McGee û hejmarek berpirsên wezaretê civîya.
Di civînê de, asoyên hevkarîya hevbeş û warên piştgirîya gengaz ji bo bihêzkirina hewldanên ku armanca wan eşkerekirina çarenûsa windayan li Sûrîyê ye, hatin gotûbêjkirin.
Di civîna ku bi rêya vîdyokonferansê û bi hevahengîya ligel Wezareta Derve û Koçberan hat lidarxistin, hewldanên ku deste di warê lêgerîna li windayan, eşkerekirina çarenûsa wan û naskirina nasnameyên wan de dide, hatin nirxandin.
Di heman çarçoveyê de, astengîyên girêdayî vê dosyaya mirovî û niştimanî û rêyên pêşxistina şîyanên sazûmanî û teknîkî yên desteyê jî hatin gotûbêjkirin.
Her wiha her du alîyan asoyên hevkarîya hevbeş û qadên piştgirîya gengaz di qonaxa bê de nirxandin, bi awayekî ku di pêşxistina mekanîzmayên kar û xurtkirina hewldanên niştimanî yên ji bo eşkerekirina çarenûsa windayan de bibe alîkar.

