Heseke-SANA
Şandeke Wezareta Hundir, bi nûnertîya Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Hesekê Emîd Merwan El-Elî û Rêveberê Îdareya Ewlekarîya Balafirgeh û Dergehan Eqîd Ehmed El-Ehmed, civînek bi hêzên HSDê re pêk anîn ji bo radestkirina rêveberîya balafirgeha Qamişlo li parêzgeha Hesekê; ev yek wek temamkirina xalên rêkeftina ku di navbera hikûmeta Sûrîyê û HSDê de hatibû îmzekirin tê.
Ev civîn di çarçoveya bicihanîna pêngavên pratîkî yên di rêkeftinê de hatine dîyarkirin pêk tê, bi mebesta xurtkirina serwerîya dewletê û birêxistinkirina kar di sazîyên girîng ên parêzgehê de, da ku birêveçûna operasyonên karkirinê li gorî çarçoveyên fermî yên pejirandî garantî bike û berjewendîya giştî ya welatîyan pêk bîne.
Hefteya borî, Berdevkê Wezareta Hundir Nûredîn El-Baba tekez kiribû ku “planeke demî ji bo temamkirina bicihanîna hemû xalên rêkeftina ligel HSDê heye, di nav de radestkirina sazîyên girîng ên mîna dergehên sînorî, balafirgeha Qamişlo û zevîyên petrolê”.



