Şam-SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, hişyarîya xwe derbarê peydabûna keşûhewayeke aloz ku herêmên Badîyê û hinek deverên herêmên rojhilat, başûr û navendî dê rastî wê bên, nû kir.
Tê pêşbînîkirin ku ligel vê alozîyê, baraneke xurt û birûskdar bibare, her wisa egera barîna teyrokê û rabûna bayekî nizm û xurt ku dibin sedema rabûna tozê û çêbûna bablîsokê.
Ev rewşa han, ji îro Yekşemê piştî nîvro heta berbanga roja Duşemê berdewam dike.
Parastina Sivîl a Sûrîyê duh Şemîyê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku bandora vê yekê serê pêşîn dê li Badîyên Şam û Himsê be.
Her wiha tê pêşbînîkirin ku peșkine xurt ên baranê li hin deverên Hema, Hims, gundewarê başûrê Helebê û heta bi hinek deverên Reqa û Hesekê jî bibarin.