Rîyad – SANA
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî, berdewamîya êrîş û binpêkirinên Îsraîlê yên eşkere li herêmê şermezar kir, ku herî dawî derbasbûna wê bo nav xaka Sûrîyê û armanckirina parêzgehên Quneytira û Derayê bi topan bû. Wezaretê di daxuyanîyekê de redkirina xwe ya tam bo tirsandina sivîlan û binpêkirina yasayên navdewletî anî ziman.
Siûdîyê tekezî li ser pêwîstîya rawestandina destdirêjîyên Îsraîlê û pabendbûna wê bi Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an kir, bi armanca parastina ewlehî û aramîya herêmê, û careke din helwesta xwe ya neguhêr a piştgir bo serwerî û yekparçeyîya xaka Sûrîyê, piştrast kir.
Ev helwest piştî derbasbûna hêzên dagîrker bo gundê Abidînê yê li gundewarê Derayê û topbarankirina wî bi top û helîkopteran hat, ku bû sedema zirarên madî û koçberbûna hin şênîyan. Di heman demê de dewletên Erebî ev dijminkarî şermezar kirin û piştevanîya xwe bo Sûrîyê anîn ziman.