Şam-SANA
Sûrîyê armancgirtina du keştîyan li bendera Dumyatê ya li Misrê şermezar kir, û piştevanîya xwe ya temamî di rûbirûbûna her gaveke ku zirarê bide ewlehî û aramîya wê dupat kir.
Wezareta Derve û Koçberan di daxuyanîyekê de îro Înê got: Komara Erebî ya Sûrîyê bi tundî armancgirtina du keştîyan li bendera Dumyatê ya li Komara Erebî ya Misrê ya bira bi rêya dronekê şermezar dike. Her wiha hemî kiryarên ku gefê li ewlehî û silametîya sazîyên sivîl, ewlehîya deryavanîyê û aramîya li herêmê dixwin, yekcarî red dike.
Wezaretê wekî din jî piştevanîya temamî ya Sûrîyê ligel Misrê di rûbirûbûna her gaveke ku destdirêjîyê li ser ewlehî û aramîya wê dike piştrast kir. Li alîyê din jî, banga xwe ya ji bo pirkirina hewldanên herêmî û navneteweyî ji bo parastina ewlehîya herêmê û dûrxistina wê ji alozîyên zêdetir, nû kir.