Waşington – SANA
Platforma “Threads”ê di hejmara bikarhênerên çalak ên rojane de bi rêya telefonên hişmend ji platforma “X”ê borî, ev yek nîşana guherîneke mezin e di nexşeya hevrivalîya di navbera platformên torên civakî de.
Li gorî rapora kompanyaya “Similarweb”, hejmara bikarhênerên çalak ên rojane yên “Threads”ê li ser mobîlan heta destpêka Rêbendana 2026an 141.5 mîlyon bikarhêner derbas kir, û bi vî awayî ji platforma “X”ê ya ku nêzîkî 125 mîlyon bikarhêner tomar kirine, pêş ket.
Li alîyê din, platforma “X”ê di bikaranîna malperê de bi awayekî eşkere pêş de ye ku nêzîkî 145 mîlyon seredanên rojane hene, li hemberî tenê 8.5 mîlyon seredanan ji bo platforma “Threads”ê.
Rapor amaje bi wê yekê dike ku mezinbûna “Threads”ê rasterast ne bi nîqaşên dawî yên derbarê bikaranîna zîrekyarîya destkird ji hêla “X”ê ve girêdayî ye, tevî ku wan alozîyan alîkarîya zêdebûna daxistina sepanên din ên hevrival kir.
Mezinbûna “Threads”ê vedigere reklamên bi rêya Facebook û Instagramê, û giringîdana bi çêkerên naverokê, her wiha bilezkirina pêşkêşkirina taybetmendîyên nû mîna civakan, peyamên taybet û weşanên demkî.
Amarên “Meta”yê mezinbûna berdewam a “Threads”ê li ser mobîlan tekez kir, ku heta dawîya sala 2025an 400 mîlyon bikarhênerên çalak ên mehane û 150 mîlyon bikarhênerên rojane derbas kirine, di dema ku “X”ê pêşengîya xwe li ser malperê parast.