Washington-SANA
Sepana WhatsAppê ya ser bi kompanya “Meta“yê ve, komek taybetmendîyên nû ji bo danûstandinên komî dan destpêkirin, ku armanca wan xurtkirina têkilîyan û birêkûpêkkirina hevpeyvînê di nav komê de ye.
Li gorî malpera “WABetaInfo” ya ku bi nûkirinên WhatsAppê re têkildar e, zêdekirina herî berçav taybetmendîya “Nîşankirina Endaman” (Member Tags) e. Ev taybetmendî rê dide her bikarhênerekî ku ji bo xwe navekî an wesfeke taybet di nava her komekê de hilbijêre, ku ev yek naskirina rola her beşdarekî an têkilîya wî bi komê re hêsan dike.
Her wiha nûjenkirinê taybetmendîya “Stikerên Nivîskî” jî li xwe girtiye, ku her peyva bikarhêner dinivîse, vediguherîne ″stikerekê″ û dikare yekser di nav pakêtên ″stikeran″ de bê parastin. Ji bilî vê, bikarhêner êdî dikarin di nav komê de “Bîranîna Çalakîyan” amade bikin, da ku demên girîng ên çalakîyên komî di bîra endaman de bîne.