Paytextên Cîhanê-SANA
Geşbînî û nêrîna erênî ya bo jîyanê tenê bi baştirkirina rewşa derûnî ve sînordar namînin, belku bala lêkolîneran kişand ser egera hebûna pêwendîyekê di navbera wan û hejmarek nîşanên tenduristîyê de, nexasim tenduristîya dil û dirêjîya temen.
Li alîyê din jî, encamên heyî amaje bi pêwendîyên amarî dikin, lê îsbat nakin ku geşbînî sedemeke rasterast e ji bo van sûdan.
Lêkolîneke ku ji alîyê lêkolînerên Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha “Case Western Reserve” a Amerîkî ve hatiye kirin, nîşan da ku di navbera bilindbûna astên geşbînîyê û kêmbûna metirsîya tûşbûna bi nexweşîyên dil û lûleyên xwînê de pêwendîyek heye.
Lêkolîna ku di kovara zanistî ya «American Journal of Medicine»ê de hat weşandin, dîyar kir ku wan kesên astên bilindtir ên geşbînîyê tomar kirine, kêmtir rûbirûyî tûşbûna bi nexweşîyên dil û lûleyên xwînê û mirina ji ber her sedemekê bûn; lê belê lêkolîneran eşkere kir ku xwezaya wan lêkolînên ku xwe spartiye wan, rê nade îsbatkirina têkilîyeke sedemî ya rasterast.