Şam-SANA
Raporeke lêkolînî ya nû destnîşan kir ku nijadperestîya li dijî Misilmanan li Rojava (bi taybetî Ewropa) êdî ne tenê bûyerên takekesî ne, lê belê veguherîye dîyardeyeke kokdayî û zêdebûyî ku ketiye nav sîyasetên fermî, ragihandin û kiryarên ewlehîyê.
Rapora Salane ya Îslamofobîyê (bi beşdarbûna 34 lêkolîneran) tekez kir ku dijminatîya li hember Misilmanan li Ewropayê êdî ne rewşeke awarte ye, lê belê bûye parçeyek ji binkeya sazîyê û bi zelalî di sîyasetên hikûmetê de xuya dike.
Sîyaseta Serdest
Raporê behsa rengvedanên Îslamofobîyê di sîyasetên yasayî, ragihandinî, ewlehî û perwerdeyê de kir, û bi awayekî sîstematîk kiryarên cudakarî, nefret û dûrxistina ku Misilman rastî wan tên belge kirin. Rapor gihişte wê encamê ku dijminatî êdî ne tenê di destê bizavên rastgir ên tundrew de ye, lê belê bûye stûneke bingehîn di sîyaseta serdest a nav Ewropayê de.
Xezte û Îslamofobî
Raporê dîyar kir ku şerê Îsraîlê yê li ser Xezeyê (ji Cotmeha 2023an ve) bûye sedema herî berbiçav ji bo zêdebûna Îslamofobîyê, ku tê de alîgirîya welatên Ewropayê di şermezarnekirina armanckirina sivîlan, qedexekirina xwepêşandanên piştgirîya Filistînê, û tundkirina çavdêrîya ewlehîyê li ser çalakvanên Misilman de derket holê.
Hejmar û Nîşane
Daneyên Ajansa Mafên Bingehîn a ser bi Yekîtîya Ewropayê ve eşkere kir ku ji sedî 47ê Misilmanên Ewropayê di pênc salên borî de rastî cudakarîyê hatine, li gorî ji sedî 39 di sala 2016an de, ku ev yek berfirehbûn û kûrbûna vê dîyardeyê nîşan dide.
Rêxistinên Îslamî zêdebûneke berbiçav di bûyerên nefretê de piştî “Tofana Eqsayê” tomar kirin, nemaze li Nemsa, Belçîka û Bulgaristanê, di heman demê de Elmanyayê zêdetirî du hezar bûyer di sala 2023an de belge kirin (bi zêdebûna nêzîkî 114% li gorî sala borî).
Serdestîya rastgirên tundrew û grûpên fişarê yên Siyonîst li ser ragihandina Rojava bû sedema gurkirina nefretê li dijî Misilmanan, ev yek tiştek e ku Neteweyên Yekbûyî hişyarî li ser daye, û tekez kiriye ku leza dijminatîya li hember Misilmanan li seranserê cîhanê bi awayekî metirsîdar zêde dibe.