Dera-SANA
Hejmara qurbanîyên wan êrîşên ku hêza asmanî ya Urdinê duh Duşemê li ser hejmarek navendan li gundewarê parêzgeha Derayê pêk anîbûn, gihîşt 7 kes û 3 birîndaran.
Rêveberê Tenduristîyê li Derayê Dr. Xalid El-Umyan di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku êrîşên esmanî navendên li gundê Tefê yê li devera Mesmîyeyê û derdora her du bajarokên Nesîb û Mizêrîbê li gundewarê Derayê kirine armanc.
El-Umyan destnîşan kir ku hejmara qurbanîyên ji ber van êrîşan gihîştiye 7 kesan; 3 zarok, jinek û 3 mêr in û kesekî danemir jî di nav wan de heye, ji bilî 3 birîndaran ku du mêr û zarokek in.
Rêveberê Tenduristîyê her wiha zelal kir ku alîyên peywendîdar hûrgilîyên êrîşên esmanî dişopînin, di nav de jî amara dawî ya qurbanî û birîndaran.