Waşington-SANA
Kompanyên herî mezin ên teknolojîyê li Amerîkayê (Amazon, Alphabet, Meta û Microsoft) amadekarîyên xwe dikin ku di sala 2026an de veberhênanên herî mezin heta niha ku digihêjin 650 milyar dolarî, ji bo pêşxistina binesazîya Jîrîya Destkar û pergala ewrên bîrdankên datayan li ser tora înternetê xerc bikin.
Amazon bi xerckirina 200 milyar dolarî di rêza yekem de cih digire, piştî wê Alphabet bi 185 milyar dolarî tê, di heman demê de Meta plan dike ku 65 milyar dolarî xerc bike ji bo xurtkirina stratejîya ” Jîrîya Destkar berî her tiştî ye”.
Armanca vê xerckirina dîrokî, avakirina navendên daneyan ên pir mezin û dabînkirina sîmên pêşketî ji bo xebitandina nimûneyên zîrek e.