Reqa – SANA
Fermandarîya Ewlehîya Hundirîn li Reqayê tekez kir ku ew rijd e li ser parastina ewlehî û aramîya giştî û parastina milkên dewletê û yên taybet.
Fermandarîyê destnîşan kir ku ew ê bi tu awayî hêsankarîyê nîșan nede ji kiryarên têkderîyê re yan destdirêjîya li ser milkan, û dê şopandina bûyeran bidomîne da ku hemû destheban eşkere bike û li gorî yasa û rêzikan wan bikişîne ber pirsyarîyê.
Duh Duşemê, Fermandarîyê bi rêya daxuyanîyekê li ser rûpela xwe ya Facebookê, bang li welatîyan kir ku xwedî hişmendî, berpirsyarî û xwe ragirin, nekevin dafa alozîyan û dûr bikevin ji her tevgereke ku aramîya navxweyî dixe metirsîyê.
Her wiha piştrast kir ku parastina ewlehî û aramîya deverê berpirsyarîyeke hevpar e û pêwîstîya wê bi hevkarîya hemûyan ligel dezgehên peywendîdar heye.
Fermandarîyê careke din pabendbûna xwe bi parastina welatîyan, milkên wan û avêtina gavên pêwîst ji bo mayîndekirina asayîşê û çespandina serwerîya yasyê anî ziman.
Ev daxuyanî piştî wan bûyeran hat yên ku li devera Girê Spî (Til Ebyed) a ser bi Reqayê ve rû dabûn; di wan bûyeran de zirar gihîştibû mal û milkan, çend otomobîl hatibûn şewitandin û şikandin, ku van reftaran aramîya navçeyê têk dabû û zîyaneke mezin gihandibû milkên welatîyan.