Pekîn-SANA
Lêkolînerine Çînî amûreke elektronî ya bîyolojîk a nû ji bo geşkirina șînhatina porê û sînordarkirina weşîna wê, pêş xistiye.
Bi ceribandina vê teknolojîyê, dibe ku rê li ber pêşxistina rêbazên bêneştergerî ji bo serederîkirina ligel keçelîya genetîk veke.
Kovara “E+T Magazine”ê a pispor di nûçeyên endezyarî û teknolojîyê de, pêr dîyar kir ku tîmeke lêkolînê bi serokatîya pisporên ji Zanîngeha Beihang a Çînî, amûreke mîna şeh sêwirandiye ku ji diranên elektronîk yên li pey hev rêzkirî pêk tê û qadên elektrîkî yên lêder çêdikin, ji bo geşkirina kokên porê û xurtkirina çalakîya wan.
Lêkolîneran di lêkolîna ku di 3yê vê Mijdarê de di kovara “Nature Communications”ê de hatiye weşandin, dîyar kir ku ev amûr, di hewldanekê de ji bo baştirkirina bersivdana kokên porê û geşkirina șînhatina wê, handana elektrîkî û gihandina madeyên dermanî bo tebeqeyên kûr ên çerm li hev dicivîne.
Her wiha lêkolîneran destnîşan kir ku di ceribandina heyama mehekê de, li gorî hin rêbazên dermankirinê yên kevneşopî, encamine hêvîbexș nîşan dane.

