London – SANA
Lêkolînerinan ji “Zanîngeha Kolêja Londonê” di lêkolîneke ku “Kovara Civata Brîtanî ya Zanistên Bîyolojîk” weşandiye de, biçûkbûna milên dînasorên goştxwer bi pêşketina serê wan û çenên wan ên bihêz ve girê didin, ku ev yek bû sedem ku milên wan bi demê re rola xwe ya di nêçîrê de winda bikin.
Dînasorê “T-Rex” û pênc komên din ên goştxwer, tevî mezinahîya laşên wan ku digihîje 12 metreyan, milên wan ên kurt hene ku ji 90cm derbas nakin. Li gorî lêkolîner Charlie Roger Shearer, ev yek vedigere pêşketina karê nêçîrê ku ji lepên wan derbasî çenên wan bûye.
Lêkolînê eşkere kir ku biçûkbûna endamên “T-Rex” û “Tyrannotitan” bi zêdebûna hêza serê wan û çenên wan ve girêdayî ye, ku vê yekê serê wan kiriye çekeke bingehîn ji bo nêçîrkirina nêçîrên mezin ên mîna “Sauropod”ê ku dirêjahîya wan digihîje 30 metreyan; ev yek hevahengîya pêşveçûnê ya van goştxweran şirove dike.