Waşington-SANA
Kompanya Google ragihand ku ew taybetmendîyeke nû diceribîne ku rê dide bikarhênerên xizmeta “Gmail”ê navnîşana e-peyama (email) xwe biguherînin, bêyî ku bandor li ser peyam û dosyayên girêdayî hesabê wan bibe.
Kompanyê eşkere kir ku bikarhêner dikarin hebûna vê taybetmendîyê bi rêya çûna ser hesabê xwe kontrol bikin, piştre li ser “Agahîyên Kesane” bitikînin, piştre “Hesabê Gmail”, û di dawîyê de bijartina “Guhartina navnîşana e-peyama hesabê Google”.
Tê texmînkirin ku hejmara bikarhênerên Gmailê li seranserê cîhanê di navbera 1.5 û 2 milyar bikarhêneran de be, ku ev yek wê dike mezintirîn xizmeta e-peyamê li cîhanê.