Seûl-SANA
Di çarçoveya Pêşangeha Elektronîkên Mezêxer (CES) de, Kompanya LG ya Koreyî robota xwe ya nû “CLOiD” ku bi zîrekîya destkird (AI) hatiye palpiştkirin, ragihand. Ev robot dikare gelek karên malê pêk bîne, di nav de qatkirina kincan, valakirina makîneya şûştina firaxan, pêşkêşkirina xwarinê û alîkarîya di karên din de.
CLOiD xwedî du milên robotîk û destên bi tilîyên ku bi awayekî serbixwe dilivin. Her wiha çerx û teknolojîyên mîna yên melkesên elektrîkî yên robotîk bi kar tîne. Robot dikare tiştan ji asta çokan û bi jor de hilgire, lê nikare tiştan ji ser erdê hilde.
Kompanyê piştrast kir ku ew dê li ser pêşxistina robotên malê yên pratîktir berdewam bike û dê teknolojîyên robotîk di amûrên din ên malê de mîna sarincokên bi derîyên zîrek bi cih bike.