Buenos Aires – SANA.
Kompanyeke Arjantînî ya di teknolojîya jîngehî de pispor, pergaleke ku xwe dispêre zîrekîya çêkirî ji bo nasîna pêşwext a şewatên daristanan û şandina hişyarîyên demlidest ji alîyên pêwendîdar re bi pêş xist; bi awayekî ku alîkarîya tîmên agirkujîyê di lezgînkirina bersivdanê û sînorkirina belavbûna agir de bike.
Malpera Nûçeyan a Amerîkî «My Modern Met», duh Yekşemê, dîyar kir ku Kompanya «Satellites on Fire»ê, platformek bi pêş xistiye ku daneyên germahîyê yên ku ji peykên çêkirî û çavkanîyên din ên çavdêrîyê têne wergirtin, analîz dike.
Her wiha bal kişande ser wê yekê ku teknolojîya wê, di serederîya ligel bêhtirî du hezar şewatên daristanan de bûye alîkar, û li nêzîkî 92 milyon hektarî li 21 welatan tev digire.
Platform, daneyên germahîyê û agahîyan ji dron, kamerayên çavdêrîyê û stasyonên keşnasîyê kom dike, piştre wan bi rêya zîrekîya çêkirî analîz dike, û hişyarîyan bi rêya telefon û E-mailan, ji alîyên pêwendîdar re dişîne.
Ev yek jî rê li ber tîmên agirkujîyê vedike ku di wextekî zû de, berîya berfirehbûna şewatê, bikevin liv û tevgerê.