Pekîn-SANA
Koma Midea ya Çînî robota mirovî ya pêşkeftî “Miro U” di dema Foruma Aborî ya Herêma Kendava Mezin a Guangdong-Hong Kong-Macao 2025 de li bajarê Guangzhou da nasîn. Bi vî rengî, ew bû yekemîn robota li cîhanê ku xwedî şeş destan e û binyadeke wê ya wekî mirovan heye ku bi lingên xwedî çerx hatiye dîzaynkirin.
Li gorî malpera “Humanoids Daily” ya pispor di nûçeyên robot û zîrekîya destkird (AI) de, “Miro U” nifşê sêyemîn e ji pêşketinên Koma Midea ya Çînî di warê robotîkê de, û bi karînên xebatê yên pir pêşkeftî tê naskirin.
Biryar e ku ev robot berîya dawîya sala 2025an di kargeha “Midea Wuxi” ya hilberîna makîneyên kincşûştinê yên luks de were bicîhkirin. Tê çaverêkirin ku ev robot kalîteya serrastkirina xetên hilberînê heta %30 zêde bike.