Berlîn-SANA
Lêkolîneke nû ya Zanîngeha New Yorkê (NYU) hişyarî da ku pêlên germa dijwar ne tenê dibin sedema westandinê, lê bandoreke wê ya neyînî li ser xebitîna mejî û reftarên mirovan jî heye.
Lêkolînê dîyar kir ku bilindbûna berçav a pileyên germê, fişarê li ser karê sîstema mejî û damaran dike; ku ev yek dibe sedema kêmbûna baldarîyê, lawazbûna şêwazê karê mejî û xwendinê, her weha dibe faktera zêdebûna hêrsbûnê û reftarên dijminkarîyê û bûyerên xerab di kar de.
Heman lêkolînê bal kişand ser wê yekê ku rûbirûbûna pêlên germê yên bilind bi awayekî dubare, xasma ligel gemarbûna hewayê, metirsîya tûşîbûna nexweşîyên mîna Alzheimer û Parkinsonê zêde dike.