Helsînkî-SANA
Kompanya Fînlandî ya nû-damezirandî “Donut Labs” pêşxistina yekemîn bataryaya rewşa hişk a tam li cîhanê ku ji bo hilberîna bazirganî amade ye, di dema beşdarbûna xwe di pêşangeha elektronîkên bikarhêneran CES 2026 de li bajarê Las Vegas ê Amerîkayê ragihand.
Li gorî malpera “Red Shark News”ê ya pispor di nûçeyên teknolojîyê de, kompanyê tekez kir ku bataryaya nû ya bi navê “Donut Battery”, rê dide barkirina (şarjkirina) tam di nav tenê 5 heta 10 xulekan de, ku ev yek serkeftineke mezin di teknolojîya depokirinê de nîşan dide.
Pispor destnîşan dikin ku astengîya li pêş, berfirehkirina asta hilberînê ye ji bo otomobîlên elektrîkî yên mezin, ji ber lêçûnên bilind ên teknolojîya niha.