Waşington-SANA
Kompanya “Google” a Amerîkî pêşxistina taybetmendîyeke nû di hundirê sepana xwe ya NotebookLMê de bi navê “Wane” (Lecture) ragihand, ku armanca wê pêkanîna veguhertineke kalîteyî di amadekirina naveroka fêrkarî de ye.
Li gorî nûçeya malpera TestingCat alog Newsê ya taybet bi nûçeyên teknîkên zîrekîya destkird, ev taybetmendîya nû di çarçoveya xeyseta “Audio Overview”ê de tê, ku Google berê dabû destpêkirin.
Ev pêşketin di çarçoveya berfirehbûna bilez a bikaranîna zîrekîya destkird di sektora perwerdehîyê de tê. Ev yek derî li ber pirsên derbarê bandora van amûran li ser proseya perwerdehîyê û rola ramana mirovî li hember zêdebûna xwespartina otomasyonê vedike.