Pekîn-SANA
Çîn îro mezintirîn parka qeșa û berfê li cîhanê, li bajarê Harbinê yê li bakurê rojhilatê welat vekir.
Ajansa “Xinhua” ya Çînî dîyar kir ku parka “Cîhana Qeșa û Berfê” li Harbinê, li ser rûbereka ku digihîje 1.2 mîlyon metreyên çargoşe, gelek cihên balkêş, xizmetên taybet û peykerên qerisî yên bêhempa li xwe digire.
Ev park di asta cîhanê de wekî mezintirîn parka di corê xwe de tê hesibandin, û îro derîyên xwe bi fermî ji bo vî werzî vekirin.