Amsterdam-SANA
Lêkolîneke nû nîşan da ku mana li ber ronahîya xwezayî ya rojê, heta bi rêya rûniştina li ber pencereyê di saetên rojê de, alîkarîya nexweşên şekir (celebê duyemîn) dike ku asta glukozê di xwînê de hevseng bimîne û pêvajoyên metabolîzmê baştir bibin.
Li gorî raporeke ku malpera “Medical Xpress”ê weşandiye, ev lêkolîn li Navenda Bijîşkî ya Zanîngeha Maastrichtê li Holendayê hatiye kirin û encamên wê di kovara “Cell Metabolism”ê de hatine belavkirin. Lêkolînê dîyar kiriye ku mana li ber ronahîya xwezayî ya rojê dibe sedem ku asta şekir di nava demeke dirêjtir de di sînorên tendurist de bimîne.
Lêkolîn tekez dike ku mana birêkûpêk li ber ronahîya xwezayî ya rojê rêyeke sade û bi bandor e ji bo piştgirîkirina dermankirina nexweşîyên metabolîk, di nav de nexweşîya şekir a celebê duyemîn.
Hêjayî gotinê ye ku birêkxistina şêwazê jîyanê ji bo nexweşên şekir, di nav de xwarina tendurist û çalakîya fîzîkî, roleke sereke di kontrolkirina asta şekir de dilîze.