Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab, piştrast kir ku şahî û kêfxweşîya xelkê li parêzgehên cuda cuda bi girtina tawankar Elî Keyalî yê bi navê Mîrac Ural tê naskirin, û çalakîyên rawestana ligel endamên ewlehîya rêyan piştî şehîdbûna çar polîsan di operasyoneke xedar de, berpirsîyarîya alîyên pêwendîdar zêde dike.
Her wiha destnîşan kir ku ev yek îsrar û biryardarîya wan a ji bo berdewamkirina şopandina tawankarên bi her rengî, xurttir dike.
Xetab îro Înê li ser platforma “X”ê ragihand ku: Ev yek wan kesên ku serê salên borî xwîna gelê me rijandiye, her wiha wan tawankarên nû yên ku dixwazin derbê li vîna zarokên me bixin, tevlîhevîyê belav bikin û wê aramîya ku em hewl didin li seranserî welêt biçespînin bikin armanc, li xwe digire.
Her wiha lê zêde kir: “Em ji wan hemûyan re dibêjin: Li benda çarenûsa xwe bin, dem çiqas dirêj bibe jî destê edaletê dê bigihîje we û tu tawankar ji ceza rizgar nabe.”