Şam-SANA
Dezgeha Sûrî ya Peywendîyan ragihand ku xebatên çaksazkirina kabloyê deryayî yê veguhestina înternetê di navbera Tertûs û Îskenderîyê de, ku berîya niha zirar lê bûbû, bi dawî bûne, û bi saya xebata kadroyên neteweyî, bi temamî ketiye xizmetê de. Her weha dezgehê piştrast kir ku xizmetguzarî berîya nîvê şeva Sêşemê vegerîyaye rewşa xwe ya asayî.
Dezgehê berîya niha dîyar kiribû ku kabloyê navdewletî li nêzîkî perava Tertûsê rûbirûyî kiryareke wêrankarîyê bûbû, û di encamê de parçeyekî mezin ê kapasîteya navdewletî ji xizmetê derketibû, û bandoreke neyînî li kalîteya înternetê ya beşekî mezin yê aboneyan li parêzgehên cuda cuda yên Sûrîyê kiribû.