Şam-SANA
Îro danê sibê, yekemîn geşta Hêlên Asmanî yên Sûrîyê ji bo veguhastina hecîyan ber bi Medîneya Munewer ve ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê bi rê ket. Ev gav wekî vegera veguhêzerê niştimanî ji bo birêvebirina geştên hecê tê dîtin.
Kaptan Enwer Eqad tekez kir ku amadekarîyên teknîkî û yên xebitandinê ji bo dabînkirina silametîya hecîyan hatine temamkirin. Her wiha amaje bi hevrêzkarîya geştan di rêya balafirgehên Şam û Helebê re, bi hevahengîya ligel alîyê Siûdî kir.
Hêsankarîyên rêxistinî yên mezin û karên xwebexşî ji bo alîkarîya rêwîyan li balafirgehê hene. Di geşta yekem de 133 hecî hebûn. Hecîyan dilxweşîya xwe li hember asta xizmetguzarî û rêveçûna zû ya karûbaran anî ziman, û tekez kirin ku geşta rasterast bi rêya veguhêzerê niştimanî, bi awayekî mezin dem û ked li gorî salên borî kêm kirine; ev yek di çarçoveya plana birêkirina hecîyan a demsala 2026an de pêk tê.