Şam – SANA
Doza windabûna doktora Ranya El-Ebasî û zarokên wê ji sala 2013an ve, yek ji dosyayên herî berbiçav ên revandina bi darê zorê di bîrdanka Sûrîyê de ye. Di pêşveçûneke nû de, Desteya Niştimanî ya Kesên Windabûyî ragihand ku ew gihîştiye encamên pêbawer ên ku mirina zarokan piştrast dikin, ew jî li ser bingeha lêpirsîn û berawirdkirina daneyên hûrbîn. Malbat li gorî protokoleke mirovî ya ku rûmeta wê diparêze, bi encaman hate agahdarkirin, di heman demê de hewl didomin ku cihê terman were dîyarkirin.
Hezar Seqbanî berdevka Desteyê tekez kir ku ev doz bi pêvajoya dadwerîya veguhêz û şopandina kesên ku di binpêkirinên giran de beşdar in û şandina wan ji dadgehê re girêdayî ye.
Navborî dîyar kir ku eşkerekirina rastîyê delîlekî qanûnî ye ji bo parvekirina berpirsîyarîyê bi Wezareta Dadê re ji bo darizandina tawanbaran. Wê tekez kir ku Desteyê soz daye çi tiştê ku rûmeta qurbanîyan an jî nepenîya malbatê bişkînin, belav neke.