Heleb – SANA
Bexşên kampîna “Wefadarî bo Bajarê Kefer Hemrayê” ku li gundewarê bakurê Helebê hatibû lidarxistin, di roja xwe ya sêyem û dawî de gihiştiye zêdetirî mîlyon û nîv dolarî. Ev pêşkêşkirin bi rêya bexşên madî û alîkarîyên nediravî bû, ji bo piştgirîya cibicîkirina hejmarek projeyên xizmetguzarîyê yên ku ji bo bajêr hatine terxankirin.
Piştgirîya xizmetên sereke
Rêveberê bajarokê Hirêtanê û nûnerê herêma Sem’ana Bakur Xalid Cexel, di daxuyanîyekê de ji bo ajansa SANAyê, duh Yekşemê zelal kir ku ev kampîn bi çavdêrîya kampîna “Heleb Sit El-Kul “, û bi hevkarî û hevrêzîya ligel komîteya civakî, rîspî û xelkên Kefer Hemrayê, hat lidarxistin, armanca wê piştgirîya xizmetên bingehîn û baştirkirina rewşa xizmetguzarîyê li bajêr e.
Cexel dîyar kir ku karên pêşîne ew in, çaksazkirina tora kenalîzasyonê, nûjenkirina torên avê, firehkirina rêyên sereke û yên şaxî, serastkirin û ronîkirin wan û çandina daran li derdoran, her wiha piştgirîya kertên perwerde û tenduristîyê û peydakirina xizmetguzarîyên herî lezgîn.
Xerckirina bexşan li gorî pêdivîyên sereke
Ji alîyê xwe ve, endamê Komîteya Civakî li Kefer Hemrayê, Ebdilîlah El-Qadî, bal kişand ser wê yekê ku pêkanîna projeyan, wê bi hevrêzîya di navbera rêveberîya herêma Sem’ana Bakur, rîspîyên bajêr û komîteya civakî de be, da ku were misogerkirin ku bexş ji bo pêdivîyên herî lezgîn û girîng tên xerckirin.






