Heleb- SANA
Komîteya Navendî ya Bersivdana Helebê ji saetên destpêkê yên tevgera koçberîya xelkê ve, dest bi cîbicîkirina planeke awarte ya berfireh kir ji bo dabînkirina derketina sivîlan ji taxên Şêx Meqsûd, Eşrefîyê û hejmarek taxên derdorê.
Komîteyê îro di daxuyanîyekê de got: “Heta niha me pêşwazîya nêzî 142 hezar koçberan kiriye, ku ji wan 13 hezar îro heta saet yekê nîvro hatine, di demekê de ku hatina xelkê heta kêlîya weşandina vê daxuyanîyê berdewam e.”
Komîteyê eşkere kir ku di dema operasyonên derxistinê de, rêxistina HSDê derdora korîdorên mirovî û taxên sivîlan li navenda Helebê bi hejmarek topên hawanê topbaran kirin, ku ev yek binpêkirineke eşkere ya qanûn û peymanên navneteweyî ye, û bû sedema 10 mirî û 88 birîndaran.
Komîteya Navendî ya Bersivdana Helebê bang li welatîyan kir ku pabendî rênimayên hatine weşandin bin û bi rêya hejmara 0930335391 bi alîyên peywendîdar û fermî re têkilîyê deynin, da ku silametîya giştî û birêvebirina baş a bersivdana awarte were misogerkirin.