Heleb-SANA
Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn li devera Ezazê li bakurê parêzgeha Helebê, kesê bi navê “M.E” girt, piştî ku hat îsbatkirin ku ew di tawana kuştina welatî Fîras Elo de têkildar e.
Jêdereke ewlehîyê ji SANAyê re zelal kir, ku rêveberîyê êvara roja Pêncşemê ya derbasbûyî nûçeyek wergirt ku termê ciwanekî nasnameya wî nenas e li ser rêya di navbera bajarê Ezazê û bajarokê Eyn Deqne de heye, û yekser yekîneyên rêveberîyê ber bi cihê bûyerê ve çûn, lêkolîna destpêkê li herêmê kirin û ewlehîya wê dabîn kirin, û dest bi lêkolîna meydanî kirin.
Her weha amaje bi wê yekê kir ku rêkarên lêkolînê komkirina belgeyên tawanî û rakirina şopa tiliyan, tevî lêpirsîna şahidan li xwe girt, ku di encamê de nasnameya tawanbar hat dîyarkirin û derket ku ew pismamê qurbanî ye, û ew hat girtin.
Jêdera ewlehîyê dîyar kir ku gumanbar di dema lêkolînê de li ser kirina tawanê mikur hat, û sedem ji ber nakokîyeke madî ligel qurbanî bû.