Şam-SANA
Wezareta Parastinê ragihand ku koleja leşkerî (cengî, hewayî û deryayî) jî xistiye nav lîsteya hevyaza giştî ya hilgirên bawernameya bekaloryayê li Sûrîyeyê, ev yek jî li gorî rêzikname û şertên qebûlkirinê yên ku dê paşê werin destnîşankirin.
Her weha Wezareta Parastinê bi rêya kanala xwe ya fermî ya Telegramê da xuyakirin ku hûrgulî û pêvajoya qeydkirinê dê di demeke nêzîk de li ser platformên wezaretê werin ragihandin.