Şam-SANA
Wezîrê Navxwe, Enes Xettab, tekez kir ku girtina her du sûcdaran; Numeyir El-Esed û çeteyên wî yên terorîst, her wiha sûcdar Qusey Wecîh Îbrahîm, fermandarê berê yê Tabûra Çîyê, û eşkerekirina tawanên wan, derbeyekê li hewldanên çandina fitneyê li Perava Sûrîyê dixe.
Wezîr Xettab li ser rûpela xwe ya (X)ê da zanîn ku girtina her du sûcdaran derbeyeke nû li hewldanên bermahîyên rejîma berê yên ji bo çandina fitneyê di nav xelkê Peravê de dixe, ku ji belavokên navtêdan û tirsandinê yên berî du mehan dest pê kir, heta bi hewldanên belavkirina tirsê bi rêya çekan ji bo têkdana ewlekarî û aramîya herêmê.
Wezîr Xetab bal kişand ser wê yekê ku hişyarîya kadro û endamên Wezareta Navxwe û pisporîya wan a bilind di şopandin û çavdêrîyê de, ev plana gunehkar têk bir, û careke din tekez kir ku ewlehîya welêt hêla sor e.
Di heman çarçoveyê de, Wezîr Xetab amaje bi wê yekê kir ku Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn li parêzgeha Gundewarê Şamê kujerên xortê bi navê Miwefeq Harûn girtin, ku lêpirsîn hîn jî berdewam in ji bo zanîna şert û mercên wê tawana hovane.