Gundewarê Şamê-SANA
Berbanga îro Sêşemê, du ciwanên ji niştecîyên bajarê Cêrûdê yê gundewarê Şamê, ji encama teqîna mînekê di dema ajotina motosîkletekî de li derdora balafirgeha El-Nasirîyê li bakurê rojhilatê gundewarê Şamê, jîyana xwe ji dest dan.
Rêveberê Navenda Hawarçûn û Birêvebirina Karesatan li bajarê Cêrûdê, Mihemed Enwer Salih Nasir, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re dîyar kir ku tîmên navendê yekser piştî wergirtina agahîyê derbarê teqînê de bersiv dan, gihîjtin cîhê bûyerê û cenazeyên her du ciwanan veguhestin Nexweşxaneya Niştimanî ya Cêrûdê.
Nasir bang li xelkên deverê kir ku baldar bin û nêzîkî wan herêmên ku berê bûyerên leşkerî li wan çêbûne nebin, her wiha hay ji tiştên gumanbar hebin û zû agahîyê bidin alîyên peywendîdar da ku ewlehîya wan bê parastin û rê li ber bûyerên wiha bê girtin.
Bermayîyên şer û mînên ku rejîma berê hiştine, hîn jî metirsîyê li ser jîyana sivîlan peyda dikin, çalakîyên çandinî û aborîyê radiwestînin û vegera xelkê bo ser mal û milkên wan li çendîn herêmên Sûrîyê asteng dikin.
Rêveberîya Endazyarîyê di Wezareta Parastinê de, xebatên xwe yên ji bo çareserkirin û têkbirina bermayîyên şer li herêmên cihêreng belav in berdewam dike, bersiva agahdarkirinên welatîyan di dema hebûna wan de dide û cihên li derdora wan ewle dike.