Şam – SANA
Xanima Serok Ehmed El-Şeri`, birêz Letîfe El-Dirûbî li Şamê pêşwazî li Wezîra Malbat û Xizmetguzarîyên Civakî ya Tirkîyê Mahinur Ozdemir Goktaş kir.
Derfetên hevkarîya di warên civakî û malbatî de di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin, nexasim çavdêrîya zarok û sêwîyan, hewldanên têkildarî vegera zarokên Sûrî bo welatê wan, ligel bihêzkirina jinan û piştgirîkirina projeyên biçûk û pevguhertina ezmûnan di warê yasa û rêgezên rêkxistina karûbarên malbatê de.



