Şam-SANA
Rêveberîya Hec û Umreyê li Wezareta Ewqafê, ragihand ku wergirtina daxwaznameyên tomarkirina rasterast ji bo çûna hecê, ya werza 1448 an a Koçî / 2027an a Zayînî, ya kesên di sala 1958an an berî wê jidayik bûne ligel hevrêyên wan, dest pê kiriye.
Rêveberê Hec û Umreyê, Mihemed Nûr E’rec, dîyar kir ku mafê van Kesên ku sala jidayikbûna wan 1958 û berî wê ye heye ku ji îro pê ve heta 25ê vê meha Tebaxê, navên xwe rasterast tomar bikin û xercên xwe bidin, û destnîşan kir ku piştî bidawîbûna vê demê dê derîyên tomarkirinê ji bo beşên temenên din jî bêne vekirin.
E’rec dîyar kir ku gavên tomarkirinê yên pejirandî ev in: Peywendîya bi kadroyên pejirandî re ji bo tomarkirina destpêkî, paşê dîyarkirina demekê ji bo serdana yek ji şaxên Rêveberîya Hec û Umreyê li parêzgehan û temamkirina rêkaran ligel dana beşê yekem ji xercê ku 3500 dolarên Amerîkî ye.
Her wiha da zanîn ku beşê duyem ê xercê dê paşê piştî temamkirina hemû girêbestên taybet bi hecîyên Sûrîyê bê dîyarkirin, ku cihê bicîbûnê, veguhestin, xwarin û xizmetên din li xwe digire.