Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Wezîrê Ragihandinê: Destpêkirina Nû ya SANAyê, Wê wekî Pêşeng di Medyaya Fermî de Bi cih dike
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Wezîrê Ragihandinê: Destpêkirina Nû ya SANAyê, Wê wekî Pêşeng di Medyaya Fermî de Bi cih dike

Wezîrê Ragihandinê: Destpêkirina Nû ya SANAyê, Wê wekî Pêşeng di Medyaya Fermî de Bi cih dike

Hat weşandin: 2025/08/20 2:30 PM
Hat nûkirin: 2025/08/21 10:14 AM

Şam – SANA

Wezîrê Ragihandinê Dr. Hamza El-Mustafa piştrast kir ku destpêkirina Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûrî (SANA) bi rengê xwe yê nû wê wekî pêşengekê be di medyaya fermî de û sazîyan ber bi gotareke nûjen û pîşeyî ve dibe ku bi gel ve girêdayî ye.

Di merasîma destpêkirina nû de, El-Mustafa got: “Em îro kom bûne da ku destpêkirina SANAyê ragihînin, piştî ku navê wê berê bi propaganda û sextekarîyê ve girêdayî bû, û wekî din jî, da ku em rola wê ya xwezayî wekî platformeke pisporane û neteweyî dîsa lê vegerînin ku nûçeyan bi durustî û berpirsyarî ragihîne, û wekî neynikekê ji bo civakê û çavkanîyeke pêbawer a agahîyan be, çi li ser asta herêmî çi jî ya cîhanî.”

Wekî din jî, Wezîrê Ragihandinê destnîşan kir ku îro hewcedarîya çavkanîyeke fermî ya pêbawer û zelal bûye şertekî pêşîn ji bo vegerandina bawerîya nêrîna giştî. Her weha wî rave jî kir ku SANA dê ji weşandina çend gotarekê ber bi weşandina 100 û 120 gotaran ve diçe û di heman demê de guh dide kalîteya naverokê û pêş dixe.

Li alîyê din jî, wî lê zêde kir ku “SANA êdî ne tenê berhevokeke nivîsan e, lê belê ew bi rêya toreke berfireh a peyamnêran di hundir û derveyî Sûrîyeyê de veguherîye xizmeteke nûçeyan a têkûz. Armanca wê jî ew e ku nûçeyên pêbawer berî yên bilez, bi mitmane û zelalî peyda bike û amûrên nûjen ên ku nivîs, wêne, weşana dîjîtal û têkilîya rasterast a bi dîtina giştî re heye, dane xebitandin.

Her weha di dawîya axaftina xwe de, Wezîr spasîya Serok Ehmed El-Şara’ kir ji bo bawerîya wî, û spasîya  karmendên SANAyê jî kir yên ku bêwestan ji bo misogerkirina serkeftina vê destpêkirinê xebitîn. Wekî din jî, Wî tekez kir ku ajans dê di qada ragihadina Sûrî de guhertineke cîyawaz pêk bîne û dê pabendî drûşma xwe ya “Nûçe bi ‌‌Hûrahî û Berpirsyarîtî”, be, da ku çavkanîyeke fermî ya agahîyên dirust be.

Serok El-Şara’ Nusxeya Kaxezên Pejirandina Balyozê Cezayîrê li Sûrîyê Wergirt
Radyoya Şamê di Salvegera Xwe ya 79an de bi Xemleke Nû Dest bi Weşanê Dike
​Wezareta Veguhastinê ligel Şandeya Banka Cîhanî li Emanê Pêşxistina Sektora Rêyên Hesinî Gotûbêj Dike
Xebatên Konferansa ” Salek Piştî Rizgarîyê.. Asoyên Pêşketinê û Astengî” li Şamê Dest pê Kirin
Desteya Windayan Bersiva Agahîyekê li Dûma li Gundewarê Şamê Da
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Wezîrê Ragihandinê Dr. Hamza El-Mustafa
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tirkîye Sersaxîyê ji bo Malbatên Qurbanîyên Bûyera Trafîkê ya li ser Rêya Dêrezor û Şamê Dixwaze 

July 26, 2026

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?