Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab tekez kir ku salvegera 46an a Komkujîya Zindana Tedmurê, ku îro ye, wek şahidekê li ser yek ji serdemên herî hov ên zilm û tawankarîyê di dîroka Sûrîyê de dimîne.
Wezîr Xetab îro Şemîyê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê got: “Peyama me ji bo kesên rizgarbûyî, malbatên qurbanîyan û her Sûrîyekî ew e ku serdema filitîna ji cezayê bi dawî bûye.”
Wezîrê Navxwe tekezî li ser berdewamîya kar bi tevahîya biryardarîyê kir ji bo şopandina hemû tawankaran û radestkirina wan bo dadwerîyê, bi armanca pêçandina wê serdema tarî heta hetayê, û pêşveçûna ber bi çespandina ewlehî û aramîya dewleta sazîyan.
Komkujîya zindana Tedmurê ku di 27ê Hezîrana sala 1980an de hatibû kirin, wekî yek ji hovtirîn komkujîyên ku ji alîyê rejîma Esed ve bi rêya endamên “Seraya El-Dîfa” (Tabûrên Berevanîyê) hatibû kirin tê hesibandin. Li gorî raporteke Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) ku di 18ê Îlona 2001an de derketiye û “Komeleya Rizgarbûyên Zindana Tedmurê”, nêzîkî 1000 girtîyên bêçek di du êrîşên di nav sî deqeyan de, bi hinceta endamtîya Îxwan El-Muslimîn, canê xwe ji dest dane.