Şam-SANA
Beşê Wezareta Parastinê di gera 63emîn a Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê de, derfetê dide serlêderên xwe ku derbasî ezmûnên meydanî û vîrtuel bibin, û hin alîyên çalakîyên leşkerî nas bikin; ji şênberkirina avêtina bi dronan heta firîna vîrtuel a bi helîkopter û balafirên şer.
Rêveberê goşeya qada dronan di beşê wezaretê de Mihemed El-Ebar, dîyar kir ku ezmûna şênberkirina avêtinê ji dronan bi awayekî sereke ji bo berdestkirina derfetê li ber destê sivîlan hatiye sêwirandin da ku ezmûneke pratîkî û rasterast bijîn, ji ber ku ev gav ji bo bersivdana hêvîyên ciwanan û coşa wan ji bo naskirina teknolojîyên kontrolkirina dronên nûjen hatiye avêtin.



