Şam-SANA
Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinên Encumena Gel, Mihemed Taha El-Ehmed navên endamên Encumena Gel ragihandin, sêyeka temamker jî di nav wan de, ya ku ji alîyê Serokê Komara Erebî ya Sûrîyê ve li gorî desthilatên destûrî hatiye destnîşankirin.
Ev yek îro Çarşemê di civîneke çapemenîyê de li baregeha Encumena Gel a li Şamê pêk hat.
El-Ehmed dîyar kir ku lîsteya endamên destnîşankirî dilsozîya ji bo qurbanîyên gelê Sûrîyê nîşan dide, ji ber ku kesûkarên şehîdan, kesên ji girtîgeh û êrîşên kîmyewî rizgar bûne li xwe digire, ligel elîteke akademîsyenan, pispor û kesên jêhatî, rîspîyên civakê û kesayetên niştimanî yên ku bi ezmûn, pakbûn û xizmeta xwe ya ji bo berjewendîya giştî tên naskirin.
Navborî tekez kir ku endamên encumenê li ber dikevin ku berpirsyarîya niştimanî ya li ser milên wan çiqas e, û dê di nûnertîya gel de, cîbicîkirina rola xwe ya yasadayîn û çavdêrîyê, beşdarbûna di avakirina sazîyên dewletê de, û pêkanîna daxwazên Sûrîyan ji bo paşerojeke ku ewlehî, aramî û dadperwerî lê serdest be, cihê bawerîyê bin.
Her wiha El-Ehmed di dema civîna çapemenîyê de, Mersûma jimare (143) a sala 2026an ku ji alîyê Serok Ehmed El-Şeri’ ve hatiye derxistin xwend, ku navên endamên serkeftî yên Encumena Gel -yên ku berê ji alîyê Komîteya Bilind a Hilbijartinan ve hatibûn ragihandin- tevî navên sêyeka temamker li xwe digire.
Encumena Gel a Sûrîyê: Navên Sêyeka Temamker
Hejmara endamên sêyeka temamker gihîşt 70 navî, ku ew jî ev in:
Esma’ Ferhan El-Siba’î
Enes Mihemed El-’Ebde
Eymen Mihemed El-Şuqeyrî
Ehmed Umer Zeydan
Ehmed Qedûr El-’Efdel
Ehmed Newaf El-Cerba
Esra’ Zuhêr El-Meşhûr
Bedir Muheyîdîn Camûs
Husameddîn Mihemed Zekerîya Teterî
Husameddîn Mihemed Macid Rezme
Hesen Îbrahîm Dixêm
Hesen Mihemed Selîm Sofan
Hisên Ebdurrehman El-Elî
Hisên Mihemed Esaf
Hemze Casim Qeblan
Hemûd Îbrahîm El-Hemûd
Henan Îbrahîm El-Belxî
Xeldûn Cemal El-Ehmed
Xelîl Derde El-Ebdullah
De’we Ebdulhemîd El-Ehdeb
Ramî Şahir El-Salih
Rozîna Amir El-Laziqanî
Siûd Feysel El-Necres
Sumeye Murad Murad
Semîra Eymen El-Wetar
Suhêl Hebîb El-Fadil
Sibih Uqle El-Bedah
Ayişe Mihemed Fehed El-Dibs
Ebdulhemîd Igêl El-Ewak
Ebdurrehman Michem Mistefa
Geryêl Moşê Gewrîyê
Lara Fethî Qedîd
Leys Wehîd El-Belûs
Mueyed Hayil El-Qeblawî
Madona Suhêl Bişare
Mahir Ebdulwehab Elûş
Mihemed Îbrahîm El-Zubî
Mihemed Îbrahîm Hac Osman
Mihemed Zîyad El-Ribat
Mihemed Seîd Ebdulqadir El-Heso
Mihemed Elî Mihemed Yasîn
Mihemed Nayif Bel’as
Mihemed Yasir Delwan
Mihemed Yasir Ebdulkerîm El-Himêdî El-Hemed
Mihemed Mûsa El-Terîhe
Mêrvet Mihemed Subhî Tûtû
Mistefa Ebdurrehman Ebdê
Mistefa Yehya Ekûş
Mus’eb Xelîl Şêx Cid’an El-Hefel
Muder Wefîq Hemdan
Munzir Ehmed Seras
Mehreb Mihemed El-Hemûd
Nasir Mihemed Xêr El-Herîrî
Necwa Behcet Qesas
Newar Îlyas Necme
Huda Ebdulbasit Etasî
Heysem Yûsif El-Mi’es’es
Wedî’ Mihemed Hac Hemûd
Yasir Silêman Mensûr
Yehya Mihemed Îmad Îbrahîm
Ebdulkerîm Ehmed Berekat
Ebdulmin’im Mihemed El-Nasîf
Ebdulhekîm Hewas Beşar
Ebdullah Zuhêr El-Zayid
‘Ela’ Hisên El-Mûsa
Îmad Yeqûb Berq
Umer Fewaz El-Mihemed
Îsa Mihemed Îbrahîm
Fatime Ebdulletîf El-Yûsif
Fatime Mihemed Heyder
Encumena Gel: Dema Lidarxistina Rûniştina Yekem
El-Ehmed di dema konferansê de, roja Duşema bê 6ê Tîrmeha 2026an wekî dema lidarxistina rûniştina yekem dîyar kir, ku sondxwarina hemû endaman, hilbijartina desteya serokatîyê, û paşê avakirina komîteya taybet ji bo danîna rêziknameya navxweyî ya karê encumenê li xwe digire.
Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinan dîyar kir ku dema xula Encumena Gel li ser bingeha Daxuyanîya Destûrî du sal û nîv in (sih meh) û dikare were dirêjkirin.
Ji alîyê xwe ve, Emîndarê Giştî yê Encumena Gel, Mihemed Hemze Şemût dîyar kir ku sêyeka temamker a endamên encumenê bi vî rengî ye:
23 kes ji rîspîyan û 47 kesên şareza ku di nav wan de 12 kes xwedî bawernameya masterê û 17 kes xwedî bawernameya doktorayê ne.
Ji alîyê erdnîgarî ve jî, bi vî rengî tê belavkirin:
5 Îdlib, 6 Hims, 7 Hesekê, 4 Dera, 3 Reqa, 5 Şam, 2 Quneytira, 6 Dêrezor, 4 Laziqîyê, 5 Gundewarê Şamê, 14 Heleb, 2 Tertûs, 5 Hema û 2 Siwêda.