Şam-SANA
Encumena Zanistî ya Karûbarên Quranê di civîna xwe ya îro Sêşemê de, bi serokatîya Wezîrê Ewqafê Mihemed Ebû El-Xêr Şukrî, rêbera zanistî ya pesendkirina îcazeyên Quranê pejirand, bi awayekî ku beşdarîyê di kontrolkirina pîvanên xwendinê û yekkirina lêvegerên wê yên zanistî de bike.
Wezaretê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku encumen di dema civîna ku li avahîya wezaretê li Şamê hat lidarxistin, ji nêz ve agahdarî birêveçûna karê Komîteya Zanistî ya Mushefa Nabînyayan (Hafizan) bû. Her wiha hejmarek dosye û şêwirmendîyên Quranî yên taybetmend gotûbêj kirin, di çarçoveya nêrîneke zanistî de ku armanc dike pergala karê Quranî bi pêş bixe, lêvegera zanistî ya xwendinê biçespîne û pêşengîya Sûrîyê di xizmetkirina Quranê de xurt bike.
Wezîrê Ewqafê girîngîya derxistina dirûvê Quranî yê geş ê welatê Şamê (Bîlad El-Șamê) û çespandina mîrata wê ya zanistî ya dêrîn di xema pirtûka Xwedê de tekez kir. Her wisa bal kişand ser rola navendî ya Encumena Zanistî di bilindkirina karwanê xwendinê, amadekirina şîyanan û xurtkirina karê Quranî yê taybetmend de.
