Qamişlo-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhestina Esmanî Omer El-Husirî, ragihand ku rêjeya bicihanîna karên nûjenkirinê û bilindkirina amadebaşîyê li Firokexaneya Navdewletî ya Qamişloyê gihîştiye nêzî %80ê, di heman demê de xebat ji bo temamkirina karên teknîkî û xebitandinê yên mayî berdewam dikin.
El-Husirî, di daxuyanîyekê de ku desteyê duh Pêncşemê li ser kanala xwe ya Telegramê belav kiriye, dîyar kir ku karên ku niha dibin, nûjenkirina jêrxaneyê, amûr û sîstemên têkildarî ewlehî, parastin û xebitandina firokexaneyê li xwe digirin.
Her wiha da zanîn ku piştî temamkirina van karan, ceribandin û nirxandinên teknîkî yên pêwîst dê werin encamdan, da ku amadebûna firokexaneyê li gorî mercên pejirandî were piştrastkirin, wek amadekarîyekê ji bo derbasbûna qonaxa xebitandina ceribandinê.
El-Husirî ronî kir ku desteyê programeke demê ya zelal ji bo cîbicîkirina karên nûjenkirinê danîne, û destnîşan kir ku dîyarkirina dema xebitandinê bi encamên nirxandina amadebûna teknîkî ya rastîn ve girêdayî ye.
Di heman demê de tekez kir ku pêşîneya wan ew e ku firokexane bi awayekî ewle, aram û bi amadebaşîyeke ku karibe liv û tevgereke esmanî ya birêkûpêk bi rê ve bibe, vegere xizmetê.